Li Bedlîsê 13e endamên DBPê hatin girtin
Berpirsên Tirkiyê jî wan bi endamtiya PKKê tûmetbar dikin.
K24-Navenda Nûçeyan
Polîsên Tirkiyê avêtin ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Bedlîsê û 13 kes binçav kirin.
Şeva borî, polîsan avêtin ser avahiya DBPê û 13 kesên ku di nav avahiyê de binçav kirin. Di nava kesên hatine binçav kirin de Hevseroka DBPê ya Bedlisê Necla Halî, endam û rêveberên DBPê jî hene. Kesên hatine binçav kirin, birin rêveberiya polîsan ya Beldîsê. Derbarê sedema binçavkirinê de ti agehdarî nehatin dayîn.