Li Enqerê "festîvala herî şêrîn" hat lidarxistin
Hosteyên şêraniyan bernameyên taybet ên li ser çêkirina şêraniyê raberî welatiyan kir.
K24-Enqerê
Li paytexta Tirkiyê ya Enqerê cara yekem festîvala şêraniyan hate lidarxistin. Hem ji Tirkiyê hem jî ji cîhanê şêraniyên cûr bi cûr ji bo Enqerêyiyan hatin pêşkeşkirin.
Li Enqerê festîvaleke şêraniyê, bi dirûşmeya "Festîvala Herî Şêrîn" hate orgenîzekirin. Di vê festîvalê de bi dehan şêraniyên bajarên cur be cur hatin pêşkêşkirin. Di nava wan bajaran de bajarên wek Stenbol, Îzmîr, Entab û Diyarbekir cih digire. Ligel vê yekê di festîvalê de ne tenê şêraniyên di nava keveneşopiya Tirkiyê de cih digirin, di heman demê de ew şêraniyên navneteweyî jî hatin pêşkêşkirin. Li ser festîvalê organîzetorê wê Can On serdema amadekariyê û li ser wan berhemên di navê de cih digirin ji bo Kurdistan 24ê axivî.
"Ev çalakî li Tirkiyê cara yekem tê lidarxistin. Me daxwaz kir ku di dawiya payîzê de em heftyeke şêrîn pêşkeşî Enqereyiyan bikin."
Hosteyên şêraniyan bernameyên taybet ên li ser çêkirina şêraniyê raberî welatiyan kir. Di festîvalê de dezgehê şêraniyê yê herî balkêş ya li ser tendûristiyê bû. Diyetisyenên li festîvalê ji bo wan nexweşên ku xwedî nexweşiya şekir in jî alternatîfek ava kişribûn û ji bo wan şêraniyên bê şekir pêşkêş kirin.
"Kesên ku şêraniyên bi şekir nikarin bixwin, em ji bo wan şêraniyên bêşekir û sivik amade dikin. Em danasîna şêraniyên tendûrstî dikin."
Welatiyan eleqeye mezin nîşanê festîvala şêraniyê kir. Ligel vê yekê bûn xwediyê wê fersendê ku hemû şêraniyên cur be cur tahm bikin. Welatiyan li wan bernameyên taybet jî tameşe kirin da ku karibin derbarê xemilandina pasteyan de bibin xwedÎ tecrûbeyekê.
"Em di vê atolyeyê de ji bo hêza xeyalên mirovan pêşve bibin xebatên xemilandina pastayan dikin."
Di festîvala şêraniyê de ji Diyarbekîrê qedayif, ji Entaqya kunefe, ji Îzmîrê loqme û her wiha ji Ewropayê jî Marshmallow bo welatiyan hate raberkirin.Digel vê yekê di çalakiyê de şêraniyên wek bi çiqolata, şîr, şerbet û şêraniyên organîk jî li ser wan dezgehan cih girt.