Dozgeriya Diyarbekirê 2 sal zîndan ji Demîrtaş re dixwaze
Dozgeriya Komarî li Diyarbekirê, daxwaza zîndankirina Hevserokê Giştî yê HDPê Selahetîn Demîrtaş dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dozgeriya Komarî li Diyarbekirê, daxwaza zîndankirina Hevserokê Giştî yê HDPê Selahetîn Demîrtaş dike.
Dozgeriya Giştî di vexwandineke nivîskî de bi tuhmeta “Sivikirin bi hikûmetê” daxwaza zîndankirina Demîrtaş ji 6 mehan heta 2 salan kir.
Dozgeriya Giştî li Diyarbekirê daxwazname li dijî Demîrtaş temam kir, ku taybet e bi daxuyaniyeke Demîrtaş di roja 8 Îlona 2015an û daxwazname ji aliyê Heftemîn Dadgeha Cezayê yê Tirkiyê ve hat qebûlkirin.
Serdozgeriyê ji bilî cezayê girtîgehê, daxwaz kir ku bikaranîna hemû mafên Demîrtaş yên siyasî û mafê wî yê hilbijartinê jî ji destê wî werin girtin.
Di 20'ê Gulana 2016'ê de Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiya 55 Parlamenterên HDP'ê rakiribû. Li dijî piraniya parlementerên Kurd doz vekir û lêpirsîn û banga dadgehê ji wan hat xwastin.
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahetîn Demîrtaş jî, di roja pesendkirina yasaya rakirina parêzbendiyê de ragihand, HDPî bixwe naçin îfade nadin û heger bi darê zorê bên birin, dê berxwe bidin.