Li Wanê qeyûmek hate kuştin
Li bajarokê Erdîşê yê ser bi Wanê ve qeyûmêkî dewletê li ber deriyê mala wî hate gulebarankirin û di cihê xwe de hat kuştin.
K24 – Navenda Mûçeyan
Li bajarokê Erdîşê yê ser bi Wanê ve qeyûmêkî dewletê li ber deriyê mala wî hate gulebarankirin û di cihê xwe de hat kuştin.
Mihemed Şefîq Dogu ku ji aliyê dewletê ve wek endamê Encûmena Erdîşê hatibû şandin, îro di demjimêr 10:15 de ku li mala xwe bû û berve bazarê derketibû, li pêş deriyê mala wî 2 kesan ku serên xwe nixumandibûn gule bi ser de berdan û ew kuştin.
Mihemed Şefîq nêzîkî 20 salan e Muxtarê taxa Letîfyê ya Erdêşê bû û berî mehekê wek endamê Meclîsa Erdîşê kar pê hatibû spartin.