Asayişa Rojava 3 endamên PDK-Sê azad dike
3 endamên Partî Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) ji zîndanên Rêveberiya Xweser serbest hatin berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
3 endamên Partî Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) ji zîndanên Rêveberiya Xweser serbest hatin berdan.
Duh li bajarokê Çilaxa, Ebderehman Tehlo, Beşar Hecî Yasîn û Ebdo Şero, ku 3 girtiyê PDK-Sê bûn, ji zindanên Asayişa Rojava hatin Serbestberdan.
Ji aliyekî din ve, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza diyarkirina çarenivîsa çend girtiyan dikin ku heta niha çarenivîsa wan ne diyar in wek Alan Ehmed û Cemîl salih dikin.
Herwiha ENKSê ji civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirovan dixwazin ku fişarê li ser Partiya Yekîtiya Demokratîk bikin ji bo serbestkirina hemû girtiyên siyasî di zindanên Rêveberiya Xweser de.