Hevserokên HDP û DBPê yên Mûşê hatin binçavkirin

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yên Şaxa Mûşê hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yên Şaxa Mûşê hatin binçavkirin.

Polîsan îro li dijî HDP û DBPê operasyonek berfereh pêk anî û bi ser malan de girtin. Di encamê de Hevseroka HDPê ya Şaxa Mûşê Ayşegul Soylemez û Hevseroka DBPê ya Şaxa Mûşê Hatice Şeker hatin binçavkirin.

Hat zanîn Endama Meclîsa Şaredariya Mûşê Çîçek Tutuş jî nav binçavkiriyan de ye û li Rêvebergeha Ewlekariyê tên lêpirsînkirin.

Piştî ragihandina Rewşa Awarte li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hejmara binçavkirinan ji endam û hevserokên şaxan yên HDP û DBPê ji 120'an kesan derbas kiriye. herwiha ji ber vê yekê jî parêzer nikarin bi binçavkiriyan re hevdîtinê bikin