Li Rojava bo parastina şahiyan pişkinîn wê were kirin

Du kes têne destnîşan kirin daku, beşdarbûyên şahiyê pişknîn bikin.

K24-Qamişlo

Li Şahiyên zemawend ango dawetan careke din li Rojavayê Kurdistanê li dar dikevin piştî çend rojan ji teqîneke xwekujî ku li holeke şahiyan li bajarê Hesekê rû dabû.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî a Asayîşa Rojava divabe Rêveberiya her holeke şahiyan du kesan ji bo pişkinîna mêvanan terxan bike, herwiha nabe hemû cûreyên çekan derbasî hundirê holê bibin.

Xwedanê şahiyan ji aliyê xwe ve dibêjin ku rênmayînên Asayîşê gaveke başe ber bi parastina kombûnan û bi taybet şahî.    

Rewşa Rojavayê Kurdistanê bi giştî dibe sedema kêmbûna şahiyan, taybet piştî hejmarek ji xwaringeh û holên şahiyan rastî êrîşên xwekujî hatin, û tevî dijwariya van teqînan lê hunermendên ku di şahiyan de distirên dibêjin ku karê wan nerawestiya ye û şahî têne lidarxistin, herwiha didin zanîn ku bi şahiyan metirsiyên xelkê kêmdibin, ji bilî ku divabe jiyan berdewam bibe û kêf û şahî dûrî civakê nebin.      

Di 3ê meha Çireya Pêşî de û di encama êrîşeke xwekujî ku li holeke şahiyan li bajarê Hesekê rûda nêzî 35 kesî jiyana xwe ji dest dan û 90 jî birîndarbûn, û ji ber lawazbûna asta ewlehiyê ku yek ji sedemên vê teqînê bûn asayîşa rojava mercên parastina holên şahiyan li ser her holê disepîne, ku li gorî daxuyaniya asayîşê 2 endam ji ewlehiya taybet ji bo her holekê dê pişkinînê bikin û hemû alavên pêwîst di rojên tê de ji bo wan dê peyda bibin.