Muhtedî banga yekgirtinê dike
Sekreterê Komela Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê dibêje, hêzên Rojhilatê Kurdistanê bi bi yekgirtinê dikarin sûdê ji nakokiyên di navbera Îran û civaka navdewletî werbigirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Komela Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê dibêje, hêzên Rojhilatê Kurdistanê bi bi yekgirtinê dikarin sûdê ji nakokiyên di navbera Îran û civaka navdewletî werbigirin.
Sekreterê Komela Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdulah Muhtedî li Hewlêr di simînarekê de got: “Meha hunguv di navbera Îran û Amerîka de ya ku piştî rêkeftina atomî de hebû, berve bi dawiyê ve diçe û her zû dê nakokî di navbera Îran û civaka navdewletî de derkevin.”
Muhtedî amaje bi wê yekê kir û got ku, hêzên Rojhilatê Kurdistanê tenê bi yekgirtin û avakirina eniyeke hevbeş, dikarin sûdê ji wan derfetan werbigirin.
Muhtedî amadehiya xwe bo yekgirtin û nêzîkbûna ji hêzên Rojhilatê Kurdistanê jî nîşan da.