Qedexeya li ser 14e gundên Diyarbekirê hat rakirin

Qedexeya hatinûçûnê ji 17ê meha borî ve hatibû ragehandin.

K24-Navenda Nûçeyan 

Qedexeya ku Parêzgeriya Diyarbekirê ji bo 14 gundewarên herêma Diyarbekirê

ragihandibû,vê sibehê hat rakirin.

Li gor parêzgariyê qedexe li navçeyên Lice, Hezro û Karazê hatibû ragihandin û li hember endamên PKK'ê operasyon hatibû destpêkirin.

Parêzgeriya Diyarbekirê, qedexeya ku di 17'ê Cotmehê de ji bo 10 gundên bi ser Liceyê, 2 gundên bi ser Hezroyê û 2 gundên bi ser Karazê danîbû, di roja 3'yemîn de rakir.

Li herêma Diyarbekirê û li Başûrê Kurdistanê, şer û

pevçûn di nav endamên rêxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)'ê û Leşkerên Artêşa Tirk de dewam dikin.