Li Diyarbekirê: 2 cerdewan hatin kuştin
Yek jî birîndar bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê 2 cerdevan hatin kuştin cerdevanek jî birîndar bû.
Îro danê sibê, li bajarê Diyarbekirê ser riya Licê û Pasûrê li dijî minîbûsa cerdevanan bi çekên giran û roketan êrîş pêk hat.
Di encama wê êrîşê de 2 cerdevan hatin kuştin cerdevanek jî birîndar bû. Piştî bûyerê hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê dest bi operasyoneka berfireh kirin.