Li Şingalê pêşmerge êrîşa DAIŞ têk şkandin
Sê otombîl jî hatin şewtandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên Pêşmerge li Şingalê karîn êrîşekî DAIŞê bişkînin û 3ê otombîlên wan ên bombekirî bişewtînin.
Li gor jêdereke leşkerî bo K24ê ragehandî ku, îro danê sibehê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn êrîşeka DAIŞê li Şingal bişkînin û sê otombîlên bombekirî jî wêranbikin, heman jêderî da zanîn ku, êrîş bi armanca sivkirina fişara li ser bajarê Mûsilê bû.
Çekdarên DAIŞê berbanga sibehê li Şingalê û ji çend aliyan ve êrîş bire ser sengerên pêşmerge , pştî şerûpevçûnekê giran pêşmerge ew êrîş têkişkandin û çendîn çekdarên wê jî kuştin.
Li gor zanyariyê K24ê di wê êrîşê de firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya Hêzên Pêşmerge kirin.