K24 wêneyên qezaya Hemdaniyê vediguhêze
K24 yekem kenal e li nava qezaya Hemdaniya wêneyên pêşketinên hêzên Iraqî di operesyona rizgarkirina wê qezayê belav dike û ligel fermandarên artêşa Iraqê daixive.
K24 – Navenda Nûçeyan
K24 yekem kenal e li nava qezaya Hemdaniya wêneyên pêşketinên hêzên Iraqî di operesyona rizgarkirina wê qezayê belav dike û ligel fermandarên artêşa Iraqê daixive.
Peyamnêrê K24ê li nêzîkî taxên Hemdaniyê hevdîtinê ligel fermandarên artêşa Iraqê dike û kamîreya K24ê wêneyên taxên wî bajarokê digire.
Fermandarên artêşa Iraqê Amaje bi wê yekê dikin ku, heta niha ji 4 aliyan ve êrîşî qezayê Hemdaniyê dikin, lê ji hin taxên wê qezayê ve nîşanvanên DAIŞê teqe li hêzên Iraqî dikin.