Pêşmergeyê şehîd Berxwedan Mêrdînî hat oxirkirin

Pêşmergeyê Mêrdînî Berxwedan Mêrdînî ku di destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê de şehîd bûbû, li goristana Ûxûr Kaymaz ya li Qosera navçeya Mêrdînê bi merasîmekî hat defin kirin. Ji ber astengiyên ku ji aliyê polêsên dewleta Tirk ve hatin derxistin, Berxwedan Mêrdînî di demjimêr 5:00 sibehî de bi merasîmekî hat defin kirin.

K24 – Mêrdîn

Pêşmergeyê Mêrdînî Berxwedan Mêrdînî ku di destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê de şehîd bû, li goristana Ûxûr Kaymaz ya li Qosera navçeya Mêrdînê bi merasîmekî hat defin kirin. Ji ber astengiyên ku ji aliyê polêsên dewleta Tirk ve hatin derxistin, Berxwedan Mêrdînî di demjimêr 5:00 sibehî de bi merasîmekî hat defin kirin.

Kesên ku cenazeyê Berxwedan ji Başûrê Kurdistanê anîn Bakurê Kurdistanê ragihandin ku, piştî derbasî Bakûr bûne, bi astengî û fişarên polêsan re rûberû mane û ala Kurdistanê ya ku li ser tabûta Berxwedan bûye jî, ji aliyê polêsên li Cizîrê ve hatiye wergirtin.

Berxwedan Mêrdînî di sala 1972an de li Qosera navçeya Mêrdînê jidayîk bûye û di nav Pêşmergeyên Roj de xizmet dikir.