30 Hezar pêşmerge beşdarî operasyonê dibin

Ji pênc mihweran ve êrîş dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge li mihwerê Nawaran li gondê Barîme tonbaran dikin, herwiha mulge û navendên DAIŞê li her çar mihwerê Başîk, Tilsqof, Filêfile û Nawaran.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, 30 hezar pêşmerge di wê êrîşê de beşdarin, herwiha êrîş di çarçoveya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ye ku, di 17ê vê mehê de destpê kir.