Pêşmerge rêya navbera Nawaran û Başîkê kontirolkirin

Di pêşveçûnên xwe de berdewam in.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge rêya sereke di navbera Nawaran û Başîkê li bakurî rojhelata bajarê Mûsilê kontirol dike.

Peyamnên K24ê ragehand ku, Hêzên Pêşmerge li mihwerê Nawaran gundê Barîme û li mihwerê Başîk gundê Îmam Riza kontirolkir û nêzkîk gundê Tîsxirab li mihwerê Başîkê ve diçin, bi kontirolkirina wî gundî navçeyên bakur û bakurê rojhelata Mûsilê bi hev re girêde dide.