Tirkiyê li Sûriyê YPG dike armanc:160 kes kuştî hene

Di êrişê de, 9 avahî, otombêlek leşkerî û 4 otombêlên din hatine jinavbirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Balefirên şer ên Tirkiyê, li devera Mare ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Artêşê da zanîn ku, di êrişê de nêzîkî 160 şervanên YPG canê xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê , ragehand ku, îro ber destê sibê, balefirên şer yên Tirkiyê li devera Mare nêzîkî gundê Um el-Xuş 18 sengerên YPG bombebaran kirine. Ragehand ku,  di êrişê de, 9 avahî, otombêlek zirxî û 4 otombêlên din hatine armanckirin û tê texmînkirin, nezîkî 160 şervanên YPG di encamê êrişê de hatine kuştin.  

Herwiha Artêşa Tirkiyê ragehand ku, di 58'emîn roja Operasyona Mertala Feradê de, endamekî Artêşa Azad ya dijbereya Sûriye hatiye kuştin, 1 jî birîndar bûye. Bi giştî 1260 kîlometre xak hatiye kontrol kirin.