Sîhad Barzanî:DAIŞê hêza berevaniyê nemaye
DAIŞ nikare rêgiriyê li pêşveçûnên pêşmerge bigre.
K24-Navenda Nûçeyan
Fermandeyê fermandariya Hêzên Piştgir 1, Sîhad Barzanî ragehand ku, çekdarên DAIŞê weke berê hêza berevaniyê nemaye û bergiriya wan jî li sengerên şer gelekî lawaz bûye, da zanîn ku, çekdarên DAIŞê nikarin rêgiriyê li pêşketinên pêşmerge bigrin.
Fermandeyê fermandariya Hêzên Piştgir 1, Sîhad Barzanî ji K24ê re ragehand ku, morala Hêzên Pêmerge di operasyona îro de gelekî bilind e, da zanîn ku, bi alîkariya pêdawistiyên şer û teqemeniyan roleke wan ya baş heye, herwiha tîmên endezyar ên baqijkirina mayînan ku, li pêşiya me radikin bandoreke xwe ye.
Hêzên topxaneyên pêşmerge di vê operasyonê de li seranserî mihwerên şer roleke mezin heye taybet di piştevanya hêzên pêşmerge de û toparankirina mulgeyên DAIŞê.