Artêşa Tirkiyê devera Mari'ê bombebaran dike
Firokeyên şer yên Tirkiyê, li devera Mari'ê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Artêş Tirkiyê ragihand,di êrişê de nêzîkî 160 şervanên YPGê canê xwe ji dest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer yên Tirkiyê, li devera Mari'ê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Artêş Tirkiyê ragihand,di êrişê de nêzîkî 160 şervanên YPGê canê xwe ji dest dane.
Artêşa Tirk, da xuyakirin, îro ber destê sibê, firokeyên şer yên Tirkiyê li devera Mari'ê nêzîkî gundê Um El-Huş 18 sengerên YPGê bombebaran kirine.
Artêş Tirkiyê ragihand jî, di êrişê de, 9 avahî, otombêleke zirxî û 4 otombêlên din hatine armanckirin û tê texmînkirin, nezîkî 160 şervanên YPGê di encamê êrişê de hatine kuştin.
Her wiha Artêşa Tirk ragihand, di 58'emîn roja Operasyona Mertala Feradê de, endamekî Artêşa Azad ya dijbereya Sûriye hatiye kuştin, 1 din jî birîndar bûye.
Artêş Tirkiyê aşkere kir ku, bi giştî hezar û 260 k.m xak hatiye kontrolkirin.