Biryara girtina Fermandarê Heşda Niştîmanî derket

Dadgeha Iraqê biryara girtina Fermandarê çekdarên Heşda Niştîmanî Esîl Nucêfî derxist.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Iraqê biryara girtina Fermandarê çekdarên Heşda Niştîmanî Esîl Nucêfî derxist.

Bi tuhmeta pêwendiya ligel hêzên artêşa Tirkiyê, Dageha tawanên Navendî ya Iraqê fermana girtina Fermandarê çekdarên Heşda Niştîmanî û parêzgarê berê yê Parêzgeha Neynewayê Esîl Nucêfî derxist.

Parlamenterê Sunnî yê parêzgeha Mûsilê Ebdilrehman Liwîzî ragihand, piştî ku hejmarek ji parlementeran gilî li dijî Nucêfî tomar kirin, biryara girtina wî derket.

Wî parlementerî got jî: “Bi tuhmeta pêwendiya bi hêzên Tirkiyê re, ku ji aliyê Parlementoyê ve wek hêzeke dagîrker hatiye binavkirin, dadgehê biryar girtina Esîl Nûcêfî daye.”

Parlementoya Iraqê di Gulana 2015an de Parêzgarê Mûsilê yê berê Esîl Nucêfî ji posta wî derxist, piştre jî dest bi damezrandina Heşda Niştimanî kir, ku li kampa Başîkê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve tê perwerdekirin.

Ji ber hebûna leşkerên Tirkiyê li Başîka, pêwendiyên di navbera Bexda û Enqerê de aloz bûne û daxuyaniyên tûj ji her du aliyan derdikevin.