Efrîn: Êrîşa Tirkiyê ji ber bêdengiya Hevpeymaniyê ye
Encûmena Cibicîkar ya Efrînê bombebarankirina artêşa Tirkiyê ji deverên Şehba û Efrînê re şermezar dike û berpirseyatiyê wê êrîşê dixe stûyê bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Cibicîkar ya Efrînê bombebarankirina artêşa Tirkiyê ji deverên Şehba û Efrînê re şermezar dike û berpirseyatiyê wê êrîşê dixe stûyê bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî.
Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar ya Efrînê îro di konferanseke rojnamegerî de bêdengiya civaka navdewletî derbarê bombebarankirina firokeyên Tirkiyê ji devera Şehba û Efrînê re şermezar kir û got: “Hevpeymaniya Navdewletî ji ber van êrîşan berpirsyar e.”
Artêşa Tirkiyê îro ragihandibû, ber destê sibê, firokeyên şer yên Tirkiyê li devera Mari'ê nêzîkî gundê Um El-Huş 18 sengerên YPGê bombebaran kirine.
Herwiha Topxaneya artêşa Tirkiyê ji şeva borî ve gundên Efrînê yên navçeya Cindirêsê (Hemam, Dêr Belût, Mile Xelîl, Merwanê) topbaran kirin.