Rêxistinên jinan daxwaza azadkirina girtiyên siyasî dikin
Di xwepêşandanekê de Nivîsgeha Jinê ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ve, li bajarê Qamişlo daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî kirin.
K24 – Qamişlo
Di xwepêşandanekê de Nivîsgeha Jinê ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ve, li bajarê Qamişlo daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî kirin.
Li ser vexwendina Nivîsgeha Jinê a Kurd ya ENKSê, îro hejmarek jin li nava bajarê Qamişlo derketin xwepêşandanekê, jinên beşdar di vê çalakiyê de daxwaza serbestkirina girtiyê siyasî ji zîndanên Rêveberiya Xweser kirin.
Tevî ku hêzên asayişê hatibûn nêzîkî xwepêşandanê, lê ti destêwerdan nehat kirin û bêyî ku ti kes bê girtin çalakî bi dawî bû.
Ji roja 15 Tîrmehê ve, roja merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmergeyê “Leşkerê Roj” Hebîb Qedrî Mihemed ve ku di şerê DAIŞê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû, hejmarek endam û serkirdeyên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve girtî ne.