DAIŞê çawa êrîşî Kerkûkê kir
Îro berbangê çekdarên DAIŞê li nava bajarê Kerkûkê êrîşî ser çend avahiyên dezgehên Kerkûkê kirin û niha pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê berdewam e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro berbangê çekdarên DAIŞê li nava bajarê Kerkûkê êrîşî ser çend avahiyên dezgehên Kerkûkê kirin û niha pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê berdewam e.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, wan çekdaran destpêkê avahiya rêveberiya berê ya polîsa Kerkûkê kontrol kirin û ji teqe li avahiya asayiş û polîsa Hawarçûnê yên Domîz kirin.
Çavkaniyekê ji polîsa Kerkûkê ji K24ê re ragihand, ew çekdarên DAIŞê ku êrîş li nava Kerkûkê encam dane 6 kes bûn û teqe li rêveberî û binkeya polîsa bajêr û asayişa Domîzê kirin, 3 çekdaran ji wan xwe teqandin û çekdarekî din jî hate kuştin.
Di heman demê de, li navçeya Mekteb Xalid çekdarên DAIŞê êrîşî wer çeperên Pêşmergeyan kirin, lê jêza Pêşmerge ew êrîşa DAIŞê têk şikandin.
Ji aliyê din ve 2 xwekujên DAIŞê li navçeya Dûbiz a Kerkûkê jî ketine avahiya elektrîkê. Hate zanîn ku hêzên ewlekariyê ev herdu xwekuj jî kuştine.
Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê kir, ku rewşa Kerkûkê niha di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ne, lê car care teqe li hin cihan derdikevin.
Êrîşa çekdarên DAIŞê li ser çend cihên bajarê Kerkûkê di demekê de tê, ku operesyona leşkerî ya Mûsilê ji 5 rojan ve dest pê kiriye û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li rojhilat, bakurê rojhilat û bakurê Mûsilê heta niha navçeyeke fereh ku 20 gund in ji destê DAIŞê kontrol kirine.
Ev êrîşa DAIŞê li ser bajarê Kerkûkê, bo mijûlkiirna eniyên din e û kêmkiirna fişara li ser bajarê Mûsilê ye, ku DAIŞ li wir têk dişike.