Kerkûk.. Êrîşa DAIŞê têk dişike
Cîgirê Rêveberê Asayişa Kerkûkê ragihand, tenê 2 cih mane ku çekdarên DAIŞê xwe tê de veşartine û hemû êrîşên din hatin têkşikandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Rêveberê Asayişa Kerkûkê ragihand, tenê 2 cih mane ku çekdarên DAIŞê xwe tê de veşartine û hemû êrîşên din hatin têkşikandin.
Emîd Azad Celal ji K24ê re ragihand, ew kesê êrîşî Kerkûkê kirine, kesine nenas in û piraniya wan hatin kuştin, ewên mane jî xwe di nava avahiyan de veşartine.
Emîd Azad amaje kir, tenê 6 – 7 kes ji êrîşkeran mane ku li taxa Domîz di nava avahiyan de veşartine.