Dêrsimî îro dernakevin kolanan

Wek nerazînûnekê li hemberî kuştina 13 endamên PKKê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, gelê Dêrsimê îro jiyan bi temamî rawestand û dikanên xwe venekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wek nerazînûnekê li hemberî kuştina 13 endamên PKKê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, gelê Dêrsimê îro jiyan bi temamî rawestand û dikanên xwe venekirin.

Li bajarê Dêrsimê ji ber ku roja 17 Cotmehê di encama şerê  di nav ber hêzên leşkerî yên Tirkiyê û PKKê de 13 gerîlayên canê xwe ji dest dabûn, welatiyên Dêrisimê derneketin kolanan û dikanên xwe venekirin.

Li Dêrsimê bi tenê nanfiroş û dermanfiroş kar dikin û li navenda bajêr bêdengî heye.

Parêzgeriya Dêrsimê diyar kiribû ku, li navçeya Pûlûmûrê li dijî PKKê operasyonek berfireh pêk hatiye û di encamê de 13 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û gerîlayek jî bi birîndarî hatiye girtin.