Li Tilesqof operasyona li dijî DAIŞê destpê kir
Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17ê vê mehê de destpê kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li mihwerê şer Çekdar Cemal ragehand ku, demek berî niha firqeya 16e ya Artêşa Iraqê li mihwerê Tilsqof operasyona li dijî çekdarên DAIŞê destpê kir.
Peyamnênê K24ê da zanîn ku, Operasyona Artêşa Iraqê li wî mihwerî destpê kir di heman demê de jî pêşmerge li çend rojên borî de ew navçeyên pilankirî rizgarkirin û îro jî Artêşa Iraqê pilana xwe ya diyar kirî cîbecî dike.