Artêşa Iraqê derbasî Telkêf bû
Li nav gundê Filêfilê şereke giran heye.
K24-Navenda Nûçeyan
Her du peyamnêrên me li mihwerên şer Bargeşt Agreyî û Çekdar Cemal ragehadin ku, Hêzên Artêşa Iraqê îrê danê sibehê operasyona rizgarkirina Telkêf destpêkirin û berî demek nêzîk giheştin nav navçeya Telkêf.
Peyamnêran da zanîn ku, niha li nava gundê Filêfil şereke giran heye û Hêzên Artêşa Iraqê jî pêşvediçin daku, wan gund ji destê DAIŞê rizgarbikin.
Ji aliyeke din ve li gor şana ragehandinê Artêşa Iraqê giheşte nav navçeya El-Hemdaniyê û di pêşveçûnên xwe de berdewam in.