Li Bakur Karê çêkirina pêlavan
Turan Apaydinê ku hemû temenê xwe bi çêkirina pêlavan derbas kiriye .
K24-Navenda Nûçeyan
Heyamekê karê çêkirin û temîrkirina pêlavan xwedî cihekî girîng digirt ji bo welatiyan. Lê belê niha bi saya çêkerên pêlavan yên dawîn ev kar li hemberî teknolojiya nûjen li ber xwe dide. Yek ji wan jî çêkerê pêlavan Turan Apaydin e ku ev nîv sedsal e karê çêkirina pêlavan dike.
Turan Apaydin li navçeya Çemîşgezeka ser bi bajarê Dêrsimê dijî û ev nêzî 60 sal e li dikana xwe ya 3 metreçargoşe bi karê çêkirina pêlavan ve mijûl e. Lê belê pêşveçûna teknolojiya nûjen roj bi roj vî karî jî ber bi nemanê ve rûbirû dihêle. Apaydinê 76 salî niha di dikana xwe de bê makîne û bi şûjinê temîr û pînekirina pêlavan dike. Apaydin dibêje ku êdî temenê wî derbas bûye û dixwaze kesên ku wî karî bikin perwerde bike lê mixabin kes naxwaze wî karî bike û dê ev kare jî demeke nêz de tûşî nemanê bibe.
Çêkerê Pêlavan Turan Apaydin wiha got:"Di sala 1964an de mi dest bi vî karî kir û min Stenbol, Enqerê, Bursa û Îzmîrê ev kare kir. Niha jî ez li vir im. Kes nikare vî karî mina min bike. Ez her cire dirûn û temîra pêlavan dikim. kesê ku bixwaze bê cem min vî karî fêr bibe ez dikarim hînî wî bikim."
Li navçeyê kesên ku abaoriya wan zêde nabaş be û nikaribe ji bo zarokên xwe pêlavên nû bikire berê xwe didin dikana Turan Apaydin û li vê derê bi 10 -15 lîreyên Tirkî pêlavên xwe temîr dikin. Walatiyên navçeyê jî ji karê Apaydin razî ne û naxwazin karê çêkirina pêlavan li navçeyê bi dawî bibe.
"Kes naxwaze serê xwe zêde pê biêşîne diçe pêlevekî nû dikirê. Karê bi vî rengî hêdî hêdî dimrin. Li navçeya me berê gelek kesî vî karî dikir lê belê niha tenê apê Turan maye."
Turan Apaydinê ku hemû temenê xwe bi çêkirina pêlavan derbas kiriye amaje pê dike ku her çiqas tiştên baş bi xwe re bîne jî ji ber pêşveçûna teknolojiyê hem pêlavên nesaxlem tên çêkirin hem jî karên bi vî rengî êdî li bazarê muşteriyên wan namînin.