Ji bo Tahîr Elçî xwepêşandan

Heta niha jî kujerên Tahîr Elçî nehatine eşkerekirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de ji bo Serokê berê yê Baroya  Diyarbekirê Tahîr Elçî ku, berî niha hatibû kuştin xwenîşandan hate kirin.

Îro, di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê bi armanca serokê xwe yê nû hilbijire kom bû. Dema Serokê Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê Ûmît Kocasakal gotara xwe pêşkêş dikir nêzikê 20 çalakvan bi wêneyên Tahîr Elçî derketin ser dikê û bi dirûşmên wekî Tahîr Elçî rûmeta me ye bilind kirin û ji ber heta niha kujerên wî eşkere nebûne xwenîşandan kirin.

Beşek jî beşdarên lijneyê jî piştgiriya xwenîşandaran kirin.

Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîna 2015an de li Diyarbekirê navçeya Sûrê ber mînareya çar pî ji bo dawîbûna şer û pevçûnên li wê navçeyê daxûyaniya çapemeniyê dida navbera endamên PKKyê û polîsan de pevçûn derket û Tahîr Elçî hate kuştin.

Heta niha jî kujerên Tahîr Elçî nehatine eşkerekirin.