Li Dêrsimê 12 kes hatin binçavkirin
Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, bi hinceta zext li welatiyan kirine ku dernekevin kolanan, 12 kes ku hatin binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, bi hinceta zext li welatiyan kirine ku dernekevin kolanan, 12 kes ku hatin binçavkirin.
Hat zanîn, di nav binçavkiriyan de endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) hene û bi hinceta zext li esnaf û welatiyan kirine, ku bila dernekevin kolanan û dikanên xwe venekin hatine binçavkirin.
Hefetya borî di encama şer û pevçûnên navbera PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de 13 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dabûn û gerîlayeke jin jî bi birîndarî hatibû girtin.
Li ser vê yekê jî, duh esnafên Dêrsimê dikanên xwe venekiribûn û dozgerî jî lêpirsîn dabû destpêkirin.