Êrîşa pêşmerge li dijî DAIŞê destpê kir
Li mihwerê Başîk û Nawaran.
K24-Navenda Nûçeyan
Demek berî niha Hêzên Pêşmerge li mihwerên bakur û bakurê rojhelatê bajarê Mûsilê êrîşeke berfireh li ser mulge û baregehên DAIŞê destpê kir.
Êrîşa Hêzên Pêmerge di çarçoveya Operasyona rizgarkirina Mûsilê de ye ku, di 17ê vê mehê de destpêkirbû, heta niha jî karîn hejmarek gund li sînorê bakur û bakurê rojhelatê bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê rizgarbikin.
Ji aliyê xwe ve jî Hêzên Artêşa Iraqê ji başur û bakurê rojhelatê Mûsilê hejmarek navçe û gund li wî mihewrî kontirolkirine.Êrîşa îro, ya Hêzên Pêşmerge bo kontirolkirina çend gund û navçeyan ne li mihwerê Başîk û Nawaran ku, di rojên borî de pêşveçûn kiribûn ye.
K24ê jî bi hûrî serkeftinên Hêzên Pêşmerge li wan mihwerên şer û zanyariyan bi rêya peyamnên û tîma xwe wê veguheze.