Bi vîdyo..Keçên Zêrevanî li mihiwerên şer berevaniyê dikin
Di gelek mihwerên şer de beşdarî kirine.
K24-Navenda Nûçeyan
Di Operasyona rizgarkirina Mûsilê de li mihwerê Başîkê hejmarek keçên Hêza Zêrevanî bi morlake bilind û bi şanazî mil bimilê pêşmerge berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de dikin.
Keçeke zêrevanî bo Peyamnêra K24ê li mihwerê Başîk ragehand ku, ewan çendîn car beşdarî di mihwerên şer de kirine, da zanîn ku, ew amade ne rihê xwe fidayê Kurdistanê bikin ji ber ku, bergriya xaka welat ne tenê ergê zilame ne, herwiha da zanîn ku, cihê rumet û zanaziyê, di rêka berevaniya Kurdistanê de şehîd bibin.
Keçên Zêrevanî bo K24ê dan zanîn ku, hêvî û omîda wan ewe roja ragihandina Serxwebûna Kurdistanê bibîne, herwiha daxwaz ji hemû keçên Kurdistanê kirin ku, beşdariyê di mhwerê şer de bikin.