DAIŞ 3ê gund ji dest dan
Pêşmerge di pêşveçûnê de ne.
K24-Navenda Nûçeyan
Peyamnênê K24ê li mihwerê şer Hoşmend Saidq ragehan ku, li mihwerê Başîkê Hêzên Pêşmerge çûne nav gundên Faziliye, Umer Qamçî û Tirbize, herwiha şereke qurs di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de rûda, da zanîn ku, hêzên Pêşmerge li wî mihwerê 5 K.m pêşve çûn û çend gundên din jî dorpêşkirine.
Di vê vîdyoê de pêşveçûnên pêşmerge li wî sînorî diyardibe, herwiha dengê teqe li mihwerê şer tê bihîstin, firokeyên hevpeymaniya navdewletî jî piştevaniya Hêzên Pêşmerge dikin.
Ji aliyeke din ve li gundê Tîsxirab di navbera Başîk û çiyê Zerdek peyamnên K24ê Mesûd Mihmed bo K24ê ragehand ku, DAIŞ hawil dide ku, rêgiriyê ji pêşveçûnên Pêşmerge re bigre, lê heta niha pêşmerge bi silametin û pêşvediçin.
Li vê vîdyoyê de çekdarên DAIŞê li nava xaniyekê de hawla bergiriyê dikin, lê ji aliyê pêşmerge ve têne armanckirin û teqe li wan tê kirin.