Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê giheşte Hewlêr

Biryare ligel Serokê Herêmê hevdîtinê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergiriyê ya Amerîkayê Ashton Karter giheşte Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê û li firoxaneya Navdewletî ya Hewlêr ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hat kirin.

Biryare di vê serdanê de Karter ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive û Operasyona rizgarkirina Mûsilê, pêdawistiyên şer  û pirsa Mûsilê piştî DAIŞê dê gotûbêj bike.

Duh, Wezîrê Bergiriyê ya Amerîkayê Ashton Karter giheştibû Bexdayî û ligeê Serokwezîrê Iraqê Heyde Ebadî civiyabû û ragehandibû ku, ew derbarê serkeftina operasyona Mûsilê geşbîne.

Li çend rojên borî de Artêşa Iraqê Operasyona Rizgarkirina Mûsilê destpêkir û Hêzên Pêşmerge ji sê aliyan ve beşdarî di operasyonê de kir, heta niha çendîn gund û navçe rizgarkirine.