Civîna Barzanî û Aşton Karter destpê kir
Şerê DAIŞê û Operasyona Mûsilê babetên civîne ne.
K24-Navenda Nûçeyan
Demek berî niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Aşton Karter kir û niha jî civîna wan destpê kir.
Li gor zanyariyan Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê wê behsa şerê DAIŞ û Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê bikin.
Îro, Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Aşton Karter bi serdanekê bi rêya firokxaneya Hewlêr a Navdewletî giheşte Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hate pêşwazîkirin.