Pêşmerge 5 otombîlên DAIŞê teqandin
Di pêşeveçûnên xwe de berdewam in.
K24-Navenda Nûçeyan
Peyamnêrên K24ê li mihwerên şer ragehandin ku, çekdarên DAIŞê hawildidin ku, bi rêya otombîlên bombekirî rêgiriyê li pêşveçûnên pêşmerge re bigrin, da zanîn ku, Hêzên Pêşmerge tenê li mihwerê Nawaran 5 otombîlên bombekirî teqandine.
Li gor zanyariyên K24ê niha tîmên endezyar li wê navçeyên mayînan pûçdikin, pêşmerge jî pêşve diçin.
Îro danê sibehê Hêzên Pêşmerge li du aliyan ve nêzîk Başîk li nakur rojhelatî bajarê Mûsilê dest bi êrîşên xwe kirin, heta niha jî çend gund kontirolkirine.