Hevserokê HDPê û Hevseroka DBP a Şaxê Dêrsimê hatin girtin
8 kes bi hince zordarî li ser welatî û dukançiyan kirine hatin girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPyê yê Şaxa Dêrsimê Aslan Çagi û Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk DBPyê ya Şaxa Dêrsimê Hûlya Yer jî nav de 8 kes hatin binçavkirin.
Parêzgeriya Dêrsimê derbarê bûyerê de ragihand ku, 8 kes bi hince zext li ser welatî û esanafan de kirine ku, dikanên xwe venekin û dernekevin li kolanan hatine binçavkirin.
Hefetya borî di encama şer û pevçûnên navbera PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de 13 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dabûn gerîlayek jin jî bi birîndarî hatibû girtin.
Li ser vê yekê esnafên Dêrsimê dikanên xwe venekiribûn û dozgerî jî lêpirsîn dabû destpêkirin.