li bajarê Çêwlikê 8 kes hatin girtin
Endamên HDP û DBPê ne.
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî teqîna li bajarê Çêwlikê 8 kes hatin binçavkirin.
Polîsên tirkiyê bi ser avahiya Serokatiya Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê û Partiya Herêman a Demokratîk(DBP)ê û malên siyasetmedarên wê partiyê de girtin.
Hat zanîn ku, di encama operasyonê de Hevserokên şaxên Çêwlikê yên her du partiyan jî nav de 8 kes hatine binçavkirin.
Duh, li bajarê Çêwlikê wesaîtek bombebarkirî dema wesaîta zirxpoş a polîsan derbas dibû hate teqandin û 2 polîs hatibûn kuştin 20 kes jî birîndar bûbûn.