5 Emîrên DAIŞê hatin kuştin

Li gor zanyariyên peyamnêrên K24ê li eniyên şer ragihandin, di operesyona îro ya hêza Pêşmerge li eniya Başîk 5 emîrên DAIŞê û 11 çekdarên din hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor zanyariyên peyamnêrên K24ê li eniyên şer ragihandin, di operesyona îro ya hêza Pêşmerge li eniya Başîk 5 emîrên DAIŞê û 11 çekdarên din hatin kuştin.

Emîrên DAIŞê yên hatine kuştin ev in: Berpirsê eniya Başîk Ebû Faroq, Ebû Nasir, Ebû Hesen, Ebû Bekir, Ebû Ebdilreham, ku berpirsên mefrezeyên DAIŞê li wê eniyê bûn.

Her di operesyona îro ya hêza Pêşmerge de li eniya Başîk, heta niha 8 otombîlên bombebarkirî, 3 motorsêklên Bombebarkirî hatine teqandin. Herwiha 11 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.

Peyamnêrên me diyar kirin jî, Pêşmerge li eniya Başîk di pêşveçûnê de ne û 5 gund û rûbereke fereh ji destê DAIŞê rizgar kirine. Tîmên endizyariyê jî niha bombeyên çandî li navçeyên rizgarkirî pûç dikin.

Operesyona îro ya hêza Pêşmerge li 2 kûrahiyên nêzîkî Başîk li bakurê rojhilatê Mûsilê dest pê kiribû.