Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: 8 êrîşker hatin girtin
Di daxuyaniyekê de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, di operesyoneke hevbeş ligel Asayişa Kerkûk û Hewlêrê de karîn li bajarê Kerkûkê 8 çekdarên DAIŞê bigirin, ku pêwendiyên wan bi êrîşa li ser Kerkûkê hebûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di daxuyaniyekê de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, di operesyoneke hevbeş ligel Asayişa Kerkûk û Hewlêrê de karîn li bajarê Kerkûkê 8 çekdarên DAIŞê bigirin, ku pêwendiyên wan bi êrîşa li ser Kerkûkê hebûn.
Di daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de hat, piştî ku li berbanga roja Înê teroristên DAIŞê êrîşî ser çend taxên başûrê Kerkûkê û qezaya Dûbiz kirin, hêzên asayiş, polîs û Pêşmerge bi piştevaniya welatiyan karîn rewşê kontrol bikin û plana DAIŞê têk bişkînin.
Daxuyaniyê aşkere kir ku, di çarçoveya operesyoneke taybet ya hêzên Asayişa Kerkûkê, Asayişa Hewlêrê li nava bajarê Kerkûkê de, karên çend teroristên DAIŞê yên beşdarî wê êrîşê bûbûn desteser bikin.
Daxuyaniyê navên teroristan jî belav kir:
- Ekerm Taha Îdan Ehmed Dilêmî: Bi navê Ebû Mistefa tê nasîn û Emîrê Ewlehiya Karta Kerkûkê ye.
- Ebdilrehman Fazil Ebdilrehman El-Ezezî: Bi navê Ebû Mihemed tê nasîn û Berpirsê Îdarî û Darayî li Kerkûkê ye.
- Ebdilezîz Mehmûd Îdan Dilêmî: Bi navê Ezawî tê nasîn.
- Ebdilrehîm Ehmed Ebdulah Yasîn: Bi navê Ebû tê nasîn.
- Leys Felah Nihme Ehmed Cibûrî: Bi navê Ebû Xesan tê nasîn.
- Ebdilrehman Fazil Ebas Mihemed Ubêdî: Bi navê Ebû Yehya t; nasîn.
- Elî Husên Hemed Îbrahîm Cibûrî: Bi navê Ebû Mihemed tê nasîn.
- Mohend Îbrahîm Elî Dilêmî: Bi navê Ebû Leys tê nasîn.
Daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir jî, ku niha lêkolîn bi wan re berdewam e û li gor encamên destpêkê yên derketine, ku wan karê serpereşt û plandananê vê êrîşa teroristî kesekî bi navê (Mazin Nezhan Ehmed Ebdulah El-Ubêdî El-Elreyaşî ye ku bi navê Ebû Îslam El-Ensarî tê nasîn) e, ku li taxa Yekê Hizêranê ji aliyê welatiyan bi birîndarî hate desteserkirin û niha di destê hêzên ewlehiyê de ye.