Hêzên Pêşmerge êrîşeka DAIŞê li Şingalê şikandin
DAIŞê berbanga vê sibehê êrîş kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê berbanga îro, êrîşî sengerên Hêzên Pêşmerge li Şingalê kir û di heyama du demjimêran şerûpevçûn çêbûn.
Li gor Leşkerekî Pêşmerge bo K24ê ragehandî ku, îro, li rojavayê Şingalê Hêzên Pêşmerge êrîşekî DAIŞê şikandin û çendî otombîlên bombekirî jî teqandin, herwiha bi deha çekdarên DAIŞê hatin kuştin û yên din jî neçarbûn paşve vekişin.