Tirkiyê lêpirsîn li himberî Baluken û Aydogan vekir

Bi sedema ku ew beşdarî merasîma veşartina endamekî PKK'ê bûne.

K24-Navenda Nûçeyan

Derheqê Parlamenterên HDP'ê Îdrîs Baluken û Nursel Aydogan de, ji ber beşdarî merasîma veşartina endamekî PKK'ê bûne, lêpirsîn hat vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, ji ber ku beşdarî merasîma veşartina endamekî PKK'ê bûne, bi tometa piştevaniya rêxistina terorê derheqê Baluken û Aydogan de lêpirsîn vekir.

Bi heman tomêtê, pêr jî bo Aydogan lêpirsîn hatibû vekirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, da xuyakirin, parlamenterên HDP bi beşdarkirina merasîmên veşartinê piştgirî didin PKK'ê û divê ji helwestên wiha dûr bikevin.