Li Şingalê 30 çekdarên DAIŞê hatin Kuştin
9 otombîl jî hatin teqandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên Pêşmerge li navçeya Cedale û domîz li rojavayê Şingalê êrîşa çekdarên DAIŞê şikandin û 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Hêzên Pêşmerge berbanga îro bi piştevaniya firokeyên hevpeymaniya navdewletî 9 otombîlên DAIŞê teqandin û şikestin bi êrîşa wan anîn.Herwiha di êrîşê de 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û di heya du demijmêran şerûpevçûn berdewam kir.
Herwiha li Aska Mûsilê jî DAIŞê bi çar xwekujan êrîş bire ser sengerên Pêşmerge, lê ew êrîşî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate pûçkirin, di wê êrîşê de 2 welatî birîndarbûn.
Êrîşa çekdarên DAIŞê di roja heştê ya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de tê ku, Artêşa Iraqê û Hêzên pêşmerge di 17ê vê mehê de destpêkirbûn û heta niha jî berdewam e.