Iraq: Ti beşdariya Tirkiyê di Operasyona Mûsilê de nîne
Berî niha Serokwezîrê Tirkiyê ragehandibû ku, li Başîkê beşdarbûne.
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê serkirdayetiya operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ragehand ku, Tirkiyê bi ti awayî beşdarî di operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de nîne.
Emîd Yehya Resûl da zanîn ku, ti roleke hêzên Tirkiyê di operasyonê de tûneye.
Berî niha Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirim ragehandbû ku, li ser daxwaza Hêzên Pêşmerge tobxaneyên welatî wî mulge û baregehên DAIŞê li Başîkê topbaran kirine.
Di 17ê vê mehê de Artêşa Iraqê dest bi Operasyona rizgarkirina Mûsilê kirbû, Hêzên Pêşmerge jî bi sê aliyan ve beşadî di wê operasyonê de dike, heta niha gelek navçe û gund li bakur û bakurê rojhelatê Mûsilê kontirolkirine.