Qedexe li 2 gundên Bedlîsê hat ragihandin

Li Bakurê Kurdistanê, şer û pevçûnên navbera endamên PKK’ê û Artêşa Tirk dewam dikin. Parêzgeriya Bedlîsê, ji bo dorfirehkirina operasyonê, çûnehata 2 gundên Bedlîsê qedexe kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê, şer û pevçûnên navbera endamên PKK’ê û Artêşa Tirk dewam dikin. Parêzgeriya Bedlîsê, ji bo dorfirehkirina operasyonê,  çûnehata 2 gundên Bedlîsê qedexe kir.  

Li Bedlîsê ji ber şer û pevçûnên navbera endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û leşkerên artêşa Tirk, qedexeya derketina kuçe û kolanan hat ragihandin.

Parêzgeriyê di daxuyaniya  xwe de da zanîn ku ji bo di operasyona heyî de hemwelatî zerarê nebînin, biryara qedexeyê ji bo gundên Aşagî Olek û Yukari Olek hatiye dayîn.

Qedexe îro demjimêr di 10:00’an de hat ragihandin û dê heta bangewaziyeke din a Parêzgeriyê bidome.

Li herêmê jî operasyon dewam dikin.