ENKS êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê şermezar dike
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Tirkiyê bi bihaneya parastina sînorê xwe, deverên Kurdistana Sûriyê topbaran dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Tirkiyê bi bihaneya parastina sînorê xwe, deverên Kurdistana Sûriyê topbaran dike.
ENKSê îro di daxuyaniyekê de topbaran û bombebarankirina artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir û ragihand, Tirkiyê bi bihaneya parastina sînorê xwe, deverên Kurdistana Sûriyê, Sûriye û sivîlan topbaran dike.
ENKSê amaje kir, Rojhilata Navîn li pêş guhartinan e, loma bûye metirstirîn devera ku gefê li ewlehî, aştiya û pêşeroja gelên herêmê dike.
Herwiha ENKSê di daxuyaniya xwe de ji dewleta Tirkiyê xwast ku, danûstandina bi zimanê tundûtûjiyê bi doza dadwerane ya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, ji bilî tund û kerasatê bi xwe re nîne.
Ji hefteyekê ve, topxane û firokeyên artêşa Tirkiyê herêma Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ve bi bihaneya parastina sînorê xwe, bombebaran dikin. gelek xelkên sivîl jî dibin qurbanî.
ENKSê amaje kir jî, ji van tiştên ku li herêmê rû didin, erkê dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re dixe ser milê civaka navdewletî û welatên bihêz û bi taybet Amerîka û Rûsya, da ku bobelatên bi serê gelê Sûriyê ve tên, bidawî bînin.