350 hezar malbat hatin hejmartin
Desteya Rêvebir a Navenda Rojava ya ku serpirştiya proseya serjimêriyê li Rojavayê Kurdistanê dike, îro konferanseke rojnamevanî derbarê derencamên proseya serjmêriyê lidar xist.
K24 – Qamişlo
Desteya Rêvebir a Navenda Rojava ya ku serpirştiya proseya serjimêriyê li Rojavayê Kurdistanê dike, îro konferanseke rojnamevanî derbarê derencamên proseya serjmêriyê lidar xist.
Li gor endamê Desteya Rêvebir Sultan Temo, di çarçoveya proseya serjmarê de ya ku 19 meha borî dest pê kiriye, wan karî xwe bighînin bêtirî 350 hezar malbatî, 166 malbatan jî belgeyên xwe yên fermî radestî komîteyên serjmêriyê nekirine.
Temo da zanîn ku, ji ber sedemên ewlehiyê ew derbasî taxa Tey li bajarê Qamişlo û taxa Giwêranê li bajarê Hesekê digel 11 gundên din nebûne, lê tevî vê yekê wan karî ji sedî 95 ji rûbera Cezîrê proseya serjmariyê lê bi rê ve çû.