Li16 gundên Licê û Hênê qedexeya çûnûhatinê hat ragehandin

Qedexe heta demekî ne diyar hatiye ragehandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li 16 gundên navçeyên Licê û Hênê qedexeya derketina derve hat ragehandin.

Derbarê vê yekê Parêzgariya Diyarbekirê daxuyaniyek belav kir tê da zanînî ku, ji ber operasyonên ku dijî endamên PKK'ê tên kirin, bi armanca ewlekariya welatiyan li 11 gundên Licê û 5 gundên Hênê qedexe hatiye ragehandin.

Parêzgariyê ragehand ku, qedexe îro berdestê sibê demjimêr 4 de destpê kiriye û heta fermanek nû dê berdewam bike.