Topbarankirina nava Mûsilê destpê kir

Tenê bi pênc K.m dûrî bajarê Mûsilê ne.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî derbasbûna heftiyekê li ser destpêkirina Operasyona rizgarkirina Mûsilê Artêşa Iraqê ragehand ku, topbarankirina nav bajarê Mûsilê destpê kir.

Artêşa Iraqê di daxuyaniyekê de ragehand ku, piştî derbasbûnê heftiyekê li ser operasyonê ve wan dest bi topbarankirina navendên DAIŞê yên li nava bajêr kirine, da zanîn ku, ew bi gelekî nîzîkî bajêr bûne.

Ji aliyê bakur û bakurê rojhelat ve jî Hêzên Pêşmerge çendîn gund û navçe rizgarkirin, herwiha li gor Leşkerekî Pêşmerge ew tenê bi 5 K.m dûrî bajarê Mûsilê ne.

Herwiha hevpeymaniya navdewletî Ji aliyê xwe ve ragehand ku, di heyama heftiyekê wan 32 êrîş birine ser bajarê Mûsilê, di encam de 136 navendên DAIŞê, 18 tonel û 26 otombîlên bombekirî jinavbirine.