Li Qeretepe xwekujek hate kuştin

Dixwest li nava nahiyê xwe biteqîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Xwekujekî DAIŞî bi kembereke bombirêjkirî dixwaze xwe bighîne nahiya Qeretepe li devera Germiyan daku, xwe biteqîne, lê li bazgehekê Asayîşê teqe lê hate kirin û hat kuştin.

Li gor zanyariya melpera K24ê ew çekdarê xwekuj bi otombîlekê teksî xwe gihandiye navçeyê û dixwest biçe nav nahiyê û xwe biteqîne, lê mefrezeyekî hevbeş a Hêzên Asayîşa navçeyê berî ew çekdar bigehe nahiyê teqe lê kirin û kuştin.