Aldar Xelîl:Em amedene beşdariyê di rizgarkirina Reqayê de bikin
Divê Tirkiyê beşdar nebe.
K24-Navenda Nûçeyan
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl ragehand ku, rizgarkirina Bab û Reqayê, wê pêşketinên nû bi xwe re bîne, da zanîn ku, ew amade ne beşdariyê di wê operasyonê de bikin.
Di çarçoveya civîna salane ya Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEMê ku, li bajarokê Rimêlan hat lidarxistin Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl li ser beşdariya YPG û HSDê di operasyona Reqayê de ragehand û got ku, ew amadene beşdariyê di Operasyona rizgarkirina Reqayê de bikin.
Da zanîn ku, Tirkiyê piştî Cerablûsê û herêmeke mezin ji Sûriyê dagir kiriye.Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, eger Tirkiyê beşdar nebe ewê beşdar bibin.
Xelîl diyar kir ku, ew gelê Sûriyê ne û amade ne beşdarî şerê rizgarkirina her herêmeke li Sûriyê bibin.Aşkere kir ku, eger Reqa hat rizgarkirin, wê Bab were dorpêçkirin û rizgar bibe.